Rêûrisma bicoş a bibîranîna şehîd Qasim Silêmanî li sînorê Iraq û Sûriyê
Rêûrisma yekemîn salvegera şehîdbûna sipehbud Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis li navçeya Bûkemalê li nêzikî sînorê Sûriyê digel Iraqê hat lidarxistin.
Li gorî rapora Kanala Meyadînê, Bi hezaran kes ji eşîr û bepirs û şêniyên navçeya Bûkemalê îro Pêncşemiyê di merasima rêzgirtina yekemîn salvegera şehîdbûna Sipehbud Qasim Silêmanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û Ebû Mehdî Muhendis Alîkarê Serokê Rêxistina Heşda şeibiya Iraqê da beşdar bûn.
Cevad Turk Abadî Balyozê Îranê li Şamê di vê merasimê da Sûriye wek bereya herî pêşîn a berevaniya ji Bereya Berxwedanê da zanîn û destnîşan kir ku bêguman cinayeta terorkirina şehîd Silêmanî dê bêbersiv nemîne.
Ebdulkerîm Dendel Serokê Konseya Eşîrên El-Furat û El Cezîreyê li rojhilata Sûriyê got: Terorkirina şehîd Silêmanî û Ebûmehdî Muhendis vîna bereya Berxwedanê ji nav nabe û mizgîniya serketinê li Iraq, Sûriye, Yemen, Libnanê di halê diyarbûnê ye.
Malpera Mihwer El Yewm a Libnanê jî niuvîsî: Şêniyên bajarê Bûkemalê wêneyên şehîdên Berxwedanê li jor malên xwe daleqandine û gelelk ji şêniyên gundên navçeyê jî jibo beşdariya di vê merasimê da xwe gihandine Bûkemalê.
Serdar Sipehbud Qasim Silêmanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û Ebû Mehdî Muhendis alîkarê serokê Heşda şeibiya Iraqê hevrê digel 8 kesên din roja 3ê Çileya 2020î di encama mêrîşa asimanî ya hêzên destdirêjker û terorîst ên amerrîkî li nêzikî balefirgeha Bexdaya Iraqê şehîd bûn.