Li Şamê girtina Leyla Guven hate şermezarkirin
Kanûn 29, 2020 12:23 Asia/Tehran
Kongreya Star a taxa Zorava ya Şamê girtina hevseroka KCD'ê Leyla Guven şermezar kir û bang li rêxistinên jinan û yên hiqûqî kirin ku doza Leyla Guven rakin Dadgeha Navneteweyî ya Bilind.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), "Kongreya Star a taxa Zorava ya paytexta Sûriyê Şamê têkildarî cezayê 22 sal û 3 meh girtîgeh ku desthilata Tirkiyê li hevseroka KCD'ê Leyla Guven biriye, daxuyaniyek bi beşdarbûna bi dehan jinên taxê da.
Endameke rêveber a Kongreya Star daxuyanî xwend û cezayê zalimane yê li dijî Leyla Guven hatiye biriye şermezar kir û bi binpêkirina tevahî qanûnên navneteweyî bi nav kir.
Her wiha bang li rêxistinên jinan, mirovî û hiqûqî kir ku doza Leyla Guven rakin Dadgeha Navneteweyî ya Bilind."