Kanûn 29, 2020 12:16 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 43 kes bi koronayê ketin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyên koronayê kêm bû. Desteya Tenduristiyê piştrast kir ku di 24 saetên dawîn de li herêmê 43 kes bi koronayê ketine.

Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li herêmê 43 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa piştrast kir kesên nexweş 24 zilam û 19 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 4

Qamişlo: 3

Dêrik: 9

Girkê Legê: 1

Amûdê: 1

Dirbêsiyê: 1

Kobanê: 2

Tebqa: 10

Reqa: 7

Minbic: 3

Şehba: 2

Ciwan Mistefa diyar kir ku 4 kesên din bi koronayê jiyana xwe ji dest daye û 8 nexweş baş bûne.

Li gorî van daneyên nû, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 7 hezar û 955 kes bi vîrusê ketine, ji wan 271 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 130 kes jî baş bûne.

Serepeyv