Li Serê Kaniyê welatiyên Iraqê nasnameyê werdigirin
Li bajarê Serê Kaniyê yê bakurê Sûriyê, Encûmena Xwecehî ya Serê Kaniyê ya girêdayî çekdarên ser bi Tirkiyê daxwaz ji welatiyên Iraqî yên nişteciyên wî bajarî kir, serî li rêveberiya nifûsê bidin, ji bo ku nasnamê bidin wan.
Li gor jêderên xwecehî ji derdora Serê Kaniyê, Encûmena Xwecehî ya Serê Kaniyê ya girêdayî çekdarên ser bi Tirkiyê eşkere kir, ji bo wergirtina nasnamê, divê razîbûna polîsê Serê Kaniyê were standin, wêneyên xwe û wêneyên şahidhalan bi xwe re bînin.
Dihate gotin, ku li Serê Kaniyê malbatên çekdarên DAIŞê yên biyanî bicî bûne, di guhertina demografiya navçên dagirbûyî bi destê Tirkiyê li Sûriyê bi taybet li deverên kurdî de kesên biyanî û ne sûrî jî li cihê kurdan bi cih û war dibin.
Serê Kaniyê li gel bajarê Girê Spî, Cotmeha sala derbasbûyî di encama êrişeke berfireh de ji aliyê leşkerên Tirkiyê û grûpên çete yên ser bi wî welatî ve dagir bûn.