Hikûmeta Sûriyê şewitandina kampa penaberên Sûrî li Lubnanê şermezar kir
Hikûmeta Sûriyê êrîşa li ser kampeke penaberên Sûrî û şewitandina wê kampê li Lubnanê şermezar kir û daxwaz ji hikûmeta Lubnanê kir, jiyana penaberan biparêze û erkên xwe li hember wan bicih bîne.
Li bajarokê Miniye yê ser bi parêzgeha Teralbosa Lubnanê ve çend kesên Lubnanî agir berdane kamepeke penaberan û di encam de ew kamp bi temamî hate şewitandin.
Di nav wê kampê de 90 kon hebûn, hemû kelûpel şewitîn û hejmarek ji wan penaberan jî birîndar bûn, birînên hinek ji wan giran e.
Di vê derbarê de Wezareta Derve ya Sûriyê daxuyaniyek belav kir û tê de bi tundî êrîşa li ser wê kampê şermezar kir û daxwaz ji dezegeha dadwerî û dadê ya Lubnanê û dezgehên pêwendîdar kir, jiyana penaberan biparêzin û bi berpirsyarane bi rola xwe rabin.
Wezareta Derve ya Sûriyê ev bûyer weke firsendek dît û daxwaz ji penaberan Sûriyê kir, ku vegerin welatê xwe û tekez kir, ji bo vegera wan dê Hikûmeta Sûriyê hemû asankariyan bike û jiyaneke bi rûmet li nav Sûriyê ji wan re dabîn bike.