Rêveberiya HSDê û artêşa Rûsya û hikûmeta Sûriyê dicive
Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û artêşa Rûsya û artêşa rejîma Sûriyê derbarê navçeyekî kurdî li bakurê Sûriy de dicivin.
Biryar e îro 20.12.2020ê rêveberiya HSDê û artêşa Rûsyayê derbarê çarenivîsa bajarokê Eyn Îsa de bicivin.
Çend rojeke milîşên çekdarên Sûriyê yên ser bi Tirkyê li Eyn Îsa bombebaranê dikin û li gor girte vîdeoyekî li tora civakî de belav kirin, dest bi êrîşa ser wî bajarokî kirine.
Çavkaniyekî agahdar li bakurê Sûriyê ji BasNewsê re ragehand, îro rêveberiya HSDê û artêşa Rûsyayê bi amadebûna nûnerê rejîma Sûriyê ve dê bicivin.
Artêşa Rûsyayê di civînê de daxwaza bersiva pêşneyara xwe ya berê ji HSDê dike, ku daxwaz ji HSDê kiribû bo dûrxistina Eyn Îsa ji dagirkeriya grubên ser bi Tirkiyê, wî bajarokî radestî rejîma Sûriyê bike.
Li gor heman çavkaniyê HSDê di wê civînê de helwêstê xwe yê derbarê radest kirina Eyn Îsa de ji rejîma Sûriyê re dê aşkera bike.
Heman çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir rêkeftinek di navbera Tirkiye, Rûsya û hikûmeta Sûriyê de heye ji bo ku givaşê bixin ser HSDê ku Eyn Îsa radestî hikûmeta Sûriyê bikin û ji ber Amerîkî jî mijûlî helbijartina serokatiyê ne ev yek ji xwe re kirine wek firsetek.