Li Efrînê, mayînek bi erebeya serçeteyekî ve teqiya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i322412-li_efrînê_mayînek_bi_erebeya_serçeteyekî_ve_teqiya
Li navçeya Mabata ya Efrînê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê de, mayînek bi erebeyeke serçeteyekî ve teqiya, serçete bi giranî birîndar bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 19, 2020 05:11 Asia/Tehran
  • Li Efrînê, mayînek bi erebeya serçeteyekî ve teqiya

Li navçeya Mabata ya Efrînê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê de, mayînek bi erebeyeke serçeteyekî ve teqiya, serçete bi giranî birîndar bû.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî dane ANHA'yê, duh êvarê li navçeya Mabata mayînek bi erebeya serçeteyekî koma "Cebha Şamiya" Ebû Mihemed Hezwanî ve teqiya.

Çavkaniyan diyar kir ku serçete Hezwanî bi giranî birîndar bû û ji bo nexweşxaneyê hate veguhestin.