Kanûn 17, 2020 18:17 Asia/Tehran
  • Fermandariya Giştî ya YPG`ê: Hêzên me êrişî Pêşmergeyan nekirin

Fermandariya Giştî ya YPG`ê bi daxuyaniyekê piştrast kir ku hêzên wan tu êriş nebirine ser hêzên Pêşmergeyan û ew rêzê li hemberî serweriya Herêma Kurdistanê digirin. Her wiha bang li serokatiya herêmê kir ku dev ji siyaseta êrişkarî û provokasyonan berde.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Duh, wekîlê Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistana Iraqê îdia kiribû ku YPG`ê êrişî hêzên Pêşmergeyan kiriye.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) girêdayî mijarê daxuyaniyek da û piştrast kir ku hêzên wan ti êirş nebirine ser hêzên Pêşmergeyan.

Di daxuyaniya Fermnadriyê de wiha hate gotin:

“Ji Çapemeniyê û Raya Giştî re:

Hêzên me êrişî hêzên Pêşmergeyan nekirine û em rêzê li hemberî serweriya Herêma Kurdistanê digirin.

Di salên derbasbûyî de bi awayekî daîmî pêvajoyên hevrêziya hevbeş di navbera Kurdistana Sûriyê û Herêma Kurdistana Iraqê de hebûn û berdewan dikin. Ev peywendî di çarçoveya şerê li dijî DAIŞ`ê û pêkanîna aramî û ewlehiya herêmê de dihatin kirin. Di encama vê hevrêziyê de gelek aloziyên ku li ser sînor rû didan, çareser dibûn.

Hêzên me di 16`ê Kanûnê de, li nêzî navçeya Sihêla êriş bi ser tu baregehên Pêşmergeyan de nebirine. Tu sedem tune ye ku êrişeke wiha biqewime. Di derbarê mijarê de gelek daxuaniyên ragihandinê hatin dayîn ku rewşê mezin dikin û ji rastiyan dûr dixin. Di rastiyê de, tiştê ku qewimî di encama peywendî û hevrêziya kêm di navbera me û kes û saziyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê de bû.

Berovajî wê, em weke Yekîneyên Parastina Gel rêzê li hemberî xweseriya Herêma Kurdistanê digirin û bang li wan dikin ku dev ji siyaseta êrişkariyê, provokasyonan û tawankeriyê berdin. Divê hemû pirsgirêk bi rêya danûstandin û diyalogê werin çareserkirin.”

Serepeyv