Kanûn 16, 2020 15:37 Asia/Tehran
  • Wezîrê derve yê Sûriyê îro diçe Moskowê

Derbarê geşdeanên li Sûriyê rojnama Şerq El-Ewsat nivîsî: "Îro wezîrê karên derve yê Sûriyê Fêsel Miqdad dê serdana Moskowê bike ku serdena wî ya yekem ji bo Rûsya ye piştî ku bû wezîrê karên derve.”

Wezareta karên derve ya Rûsyayê diyar kir ku ew bi hêvî ne ku dosyaya Sûriyê bi awayekî berferh bête nirxandin, her wiha mijarên girêdayî karên hevbeş ên her du aliyan jî dê bêne nirxandin û gotûbêjkirin.

Piştî ragihandina amadekariyên serdanan, hin Medyayên biyanî gengeşe li darxistin, ji ber ku Miqdad piştî ku erkên xwe wergirtin serdana wî ya yekem bo Tehranê bû.

Lê belê berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Maria Zakharova der barê mijarê bersiva van gengeşeyan da û got: "Pêwîst  e em pirsa paşxaneya siyasî ya biryara serdana wezîrê karên derve yê Sûriyê yê nû Feysal Miqdad bo Tehranê nekin, em nebêjin çima wî destpêkê serdana Tehranê kir."

Tişta balkêş ew e ku medyaya Rûsyayê got ku, serdana wezîrê nû ya destpêkê bo Tehranê siyaseta wî diyar dike, hin rojnamevanan jî îdia kirin ku "jixwe Miqdad nêzî Tehranê ye."

Serepeyv