Kanûn 15, 2020 18:36 Asia/Tehran
  • Nameya Sûriyê bo NY: Tirkiyê zêdetirî miliyonek mirov tîno hiştine

Wezareta karên derve ya Sûriyê bi nameyekê bo NY Tirkiye bi tînohîştina zêdetirî yek miliyon kesî li Hesekeyê tawanbar kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Di nameya ku Wezareta karên derve ya Sûriyê bo NY û Konseya Ewlehiyê ya NY nivîsiye, tevî rexneya ji kiryarên Tirkiyê li Sûriyê, nivîsî: "Tirkiye rê li ber veguhestina avê bo bajarê Hesekeyê ku zêdetir ji yek miliyon şêniyên wî hene, digire. Vî welatî zêdetirî milyonek mirov tîno hiştine. Ev kiryar ji billî siyasetên hicûmî û dagirkirinê, sûcekî aşkira yên şêrr e."

Li gorî rapora SANA Newsê, Wezareta karên derve ya Sûriyê di dewama nameya xwe da ragihand: "Em daxwaz dikin ku Konseya Ewlehiyê ya NY herî zûtir bikeve tevgerê û Tirkiyê jibo çalakkirina dubare ya rawestgeha avgihandinê ya Elûkê neçar bike. Tirkiye divê dawî li kiryarên ku mafên gelê Sûriyê binpê dike, bîne."

 

Serepeyv