HSD’ê êrîşa li ser Eyn Îsayê şikand
Kanûn 14, 2020 21:36 Asia/Tehran
Dewleta Tirkiyê hewl da têkeve Eyn Îsayê. Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li dagirkeran da û êrîş şikand.
Dewleta Tirkiyê ku gelek deverên Sûriyê dagirk kiriye xwest xwe bigihîne nav gundê Muelek ê Eyn Îsayê û rêya M4’ê.
Hêzên HSD’ê li dagirkeran da û êrîşa wan şikand. Dagirker neçar man ku vegerin.
Hate diyarkirin ku dewleta Tirkiyê piştre du cih bomberdûman kirin.
Saet di 21:30’an de dewleta Tirkiyê li gundê Soxanekê ya Şerawaya Efrînê bomberdûman kir. Derbarê vê bomberdûmanê agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.
Dewleta Tirkiyê her roj herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bomberdûman dike.