Li Efrînê çete ketin dorcanê hevdu: Kuştî û birîndar hene
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i322273-li_efrînê_çete_ketin_dorcanê_hevdu_kuştî_û_birîndar_hene
Li navçeya Cindirêsê ser bi Efrînê ve şer di navbera grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de derket û kuştî û birîndar hene.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 13, 2020 23:27 Asia/Tehran
  • Li Efrînê çete ketin dorcanê hevdu: Kuştî û birîndar hene

Li navçeya Cindirêsê ser bi Efrînê ve şer di navbera grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de derket û kuştî û birîndar hene.

Çavkaniyeke taybet ji Rûdawê re da zanîn ku ji saet 18.00 pêr û heta sibeha duh,  şer û pevçûn di navbera du grûpên çekdar de li nahiyeya Cindirêsê berdewam kir.

Li gor heman çavkaniyê, şer û pevçûn li nêzîk baregehê polîsên serbazî û cadeya Yalanqozê derketine.

Bi sedema nakokiyê li ser malên Kurdan ku dest danîne ser, şer di navbera çekdarên Nûredîn Zengî û Ehrar el-Şam de derketine ku heya duh berdewam kirin.

Di encamê şerê di navbera çekdarên herdu grûpên terorîst de, heta niha kesek hatiye kuştin û 6 kes jî birîndar bûne ku xelkê Xûteyê ne. Herwiha mala welatiyekî Kurd jî şewitiye.

Herêma Efrînê ya kurdên sûrî ji 18ê Adara 2018 ve û piştî êrîşekê ku 58 rojan dom kir, ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê û komên çete yên ser bi vî welatî dagîr bû.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û komên çete ve, bi dehan haletên binpêkirina mafên mirovan li hember welatiyên resen ên herêmê ku Kurd in, hatine kirin û rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û cîhanî li ser wan binpêkirina raport belav kirine.