Ji pêr heta duh 10ê Kanûnê - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 46 kesên din bi koronayê ketine
Kanûn 11, 2020 10:41 Asia/Tehran
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh ragihand ku Ji pêr heta duh 10ê Kanûnê 46 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid_19) ketine.
Li gorî Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku ji ber koronayê Ji pêr heta duh 10ê Kanûnê welatiyekî jiyana xwe ji dest daye û ew jî li Herêma Şehbayê ye.
Mistefa da zanîn ku 46 kesên bi koronayê ketine ji nav wan 26 mêr in û 20 jî jin in.
Mistefa anî ziman ku ji nav nexweşiyên koronayê 3 kes baş bûne.
Hejmara giştî ya pêketiyên koronayê gihaşt 7 hezar û 368 kesan, ji wan 225 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 66 kes jî baş bûne.