Kanûn 10, 2020 21:36 Asia/Tehran
  • Li Serê Kaniyê teqîn: Herî kêm 16 kuştî

Li bajarê Serê Kaniyê yê kurdan li bakurê Sûriyê di encama teqînekê de hejmareke leşkerên Tirkiyê jî di nav de herî kêm 16 kes hatin kuştin.

Li gor zanyariyan îro, 10.12.2020, li xaleke kontrolê ya leşkerên Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve li başûrê Serê Kaniyê, wesayîteke bombebarkirî hat teqandin.

Rewangeha Mafên Mirov a Sûriyê dibêje, di encama wê teqînê de 3 leşkerên Tirkiyê, 11 çekdarên grûpa Sultan Murad û 2 kesên din hatine kuştin û 12 kes jî birîndar bûne.

Parêzgariya Rihayê di daxuyaniyekê de li ser bûyerê, YPG bi encamdana wê teqînê tometbar kir .Li gor daxuyaniya parêzgariyê di teqînê de 2 leşkerên Tirkiyê û 2 çekdar hatine kuştin û 6 jê leşker 8 kes birîndar bûne.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî di daxuyaniyekê de ragihand, derdora saet 15.25an li xaleke kontrolê wesayîteke bombebarkirî hat teqandin û got ku, di encama teqînê de 2 leşker hatine kuştin û 8 leşker jî birîndar bûne.

Serê Kaniyê li gel bajarê Girê Spî, Cotmeha sala derbasbûyî di encama êrişeke berfireh ya artêşa Tirkiyê û komên çete û terorîst ên ser bi Tirkiyê de, bi destê wan dagîr bû .

Serepeyv