Kanûn 07, 2020 18:27 Asia/Tehran
  • Salih Muslim: 'Komîteya Amadekirina Qanûna bingehîn a Sûriyê nikare qeyrana Sûriyê çareser bike'

Salih Muslim di axaftinekê da tevî rexneya ji xebata Komîteya Amadekirina Qanûna bingehîn a Sûriyê li ser nekarîna vê komîteyê jibo çareserkirina qeyrana Sûriyê pêgirî kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Salih Muslim, Endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Sûriyê (PYD) di axatinekjê da tevî rexneya ji Komîteya Amadekirina Qanûna bingehîn a Sûriyê, got: "Me ji destpêkê va dizanî ku ev komîte dê nekare meseleyan çareser bike. Ji binî va şaş hatiye damezirandin û nûnertiya gelê Sûriyê nake. Ji ber vê yekê nikare bala xwe bide ser çareseriya qeyranê."

Li gorî rapora Hawar Newsê, Muslim tevî rexneya ji nebûna nûnerek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di Komîteya Amadekirina Qanûna bingehîn a Sûriyê da, got: "Li navçeyên bin rêveberiya Xweser da 5 miliyon mirov dijîn ş nebûna nûnerê van mirovan di Komîteya Amadekirina Qanûna bingehîn a Sûriyê da kêmasiyeke pirr ciddî ye. Nêrîna dewleta navendî û dijberên ku li Tirkiyê dimînin derbarê Kurdan hevpar e. Ewna nehebûna kurdan dipejirînin û ne dixwazin daxwaz û mafên kurdan hilêxînin. Her wiha dewleta navendî ya Sûriyê hema wisa nêrîna beriya sala 2011ê parastiye."

Muslin derbarê reftara Tirkiyê li dijî Kurdistana Sûriyê jî got: "Em li dijî Tirkiyê nînin. Em dixwazin du cînarên baş bin. Lê hakimiyeta siyasîya Tirkiyê maf û destkeftên Kurdan qebûl nake."

 

 

Serepeyv