Kanûn 07, 2020 00:14 Asia/Tehran
  • Êrişa HRE`yê li Efrînê ser artêşa Tirkiyê kuştî û birîndar bûna 7 kesan

Hêzên Rizgariya Efrînê(HRE) bi êrişeke giran li Efrînê ser artêşa Tirkiyê ya ku herêma hanê dagir kiriye 3 leşkerên artêşa Tirkiyê kuştin û 4 jî birîndar kirin.

HRE di vê barê de daxuyaniyek weşand û tê de diyar kir ku di roja 3`yê Kanûnê di saetên ber bi sibê de, hêzên wê li herêma Efrînê li hemberî baregehek artêşa Tirkiyê çalakiyek lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî brîndar bûn. Her wiha 1 MPT-76, rextê wê, 1 termal, 1 bêtêl û 1 telefon hatin bidestxistin.

HRE herwiha di daxuyaniya xwe de ragihand ku di roja 4`ê Kanûnê li herêma Efrînê, hêzên HRE li hemberî çeteyên artêşa Tirkiyê çalakiyek sabotajê lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin, 4 çete jî birîndar bûn."

HRE`yê di dawiya daxuyaniyê de, piştrast kir ku li hember pêkanînên dermirovahî ya dewleta Tirkiyê yê ku li ser gelê wan dimeşîne, çalakiyên wan ên tolhildanê wê berdewam bikin.

Serepeyv