Mijdar 30, 2020 08:22 Asia/Tehran
  • Pedersen: Civînên Komîteya Destûrî ya Sûriyê dê sibe ji nû ve dest pê bikin

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Geir Pedersen îro ragihand ku civînên Komîteya Destûrî dê sibê ji nû ve dest pê bikin û eşkere kir ku ew ne bi qasî êşên Sûriyan bûn.

Pedersen li Cinêvê di kongreyeke çapemeniyê de got: "Em ne bi qasî hêviyên gelê Sûriyê bûn ku êşa wan bi dawî bikin."

Her wiha got, erka wî ew e ku di pejirandina destûra nû ya Sûriyê de bibe alîkar û daxuyand ku civînên "Komîteya Destûrî" dê sibe dest pê bike û giraniyê bidin "Rêgezên destûrê".

Têkildarî civînên berê jî nûnerên NY'yê li Sûriyê got, porsesa siyasî li Sûriyê betal bû û hêvî kir ku bi pêş de biçe.

Komîteya Destûrî bêyî beşdarbûna nûnerên hêzên Sûriyê yên rasteqîne li ser erdê gelek civîn li dar xistin, ji ber êw hemû bê encam bûn.

Serepeyv