Mijdar 19, 2020 19:11 Asia/Tehran
  • Karwanekî leşkerî yê artêşa Amerîkayê derbasî Kurdistana Sûriyê bû

Karwanekî artêşa Amerîkayê pêkhatî ji 25 erebeyê zirêhî û tankan bi derbasbûn aji derbasgeha sînorî ya El-Welîd li bakurê Iraqê derbasî Kurdistana Sûriyê bû.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê KRD Newsê, Ev karwanê artêşa Amerîkayê ku di çarçova hêzên hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞê diherikiya, piştî derbasbûna nav axa Kurdistana Sûriyê, çû navçeya niftzêm a Rimêlan û li baregeha leşkerî ya vî welatî li vê navçeyê bi cih bû.

Du helîkopterên artêşa Amerîkayê ji asimên va piştgiriya vî karwanê leşkerî dikirin.

 

Serepeyv