Di operasyoneke QSD’ê de 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
Mijdar 19, 2020 08:49 Asia/Tehran
Di operasyona QSD’ê ya li navçeya Til Hemîs a dikeve başûrê Qamişloyê de 2 çeteyên DAIŞ’ê girtin. Dest bi ser gelek amûran de hate girtin.
Li gorî rapora Roj Newsê, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku bi desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî hêzên QSD’ê operasyonek hevpar kirin û 2 çeteyên DAIŞ’ê girtin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku operasyon li navçeya Til Hemîs a Herêma Qamişlo pêk hatiye û di vê operasyonê de 2 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin û dest danîne ser gelek amûr û çekan.