Ji duh heta îro 11ê Mijdarê; Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 131 kesên din bi koronayê ketine
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku du kesan ji nav nexweşiyên koronayê jiyana xwe ji dest daye û anî ziman ku 131 kesên din bi koronayê ketine.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa eşkere kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 131 kesên din bi koronayê ketine û 2 mêrên ji bajarê Hesekê ku bi koronayê (covid_19) ketibûn jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî Ciwan Mistefa ji nav pêketiyên koronayê 82 mêr in û 49 jin in û li van herêman in:
Tebqa: 57
Reqa: 28
Dêrazor: 15
Minbic:14
Kobanê: 12
Şehba: 3
Qamişlo: 2
Mistefa piştrast kir ku ji nav nexweşiyên koronayê 9 kes baş bûne.
Bi van daneyan hejmara giştî pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 5 hezar û 841 kes, ji wan 149 nexweşiyan jiyana xwe ji dest daye û 839 kes baş bûne.