Karwanê nû yê leşkerî bo Kurdistana Sûriyê hat şandin
Mijdar 11, 2020 08:47 Asia/Tehran
Karwanekî nû yê leşkerî ji aliyê CENTCOM'ê va şeva bihurî bi derbaskirina sînorên Herêma Kurdistanê derbasî Kurdistana Sûriyê bû.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Karwanekî nû yê leşkerî ji aliyê CENTCOM'ê va şeva bihurî bi derbaskirina sînorên Herêma Kurdistanê derbasî Kurdistana Sûriyê bû..
Li gorî nivîsa ajansa Nêrîna Azad, Ev karwanê leşkerî ji derbasgeha sînorî ya Pêş Xabûr-Sîmalkayê derbasî Kurdistana Sûriyê bûye û çek û alavên leşkerî bi mebesta xurtkirina baregehên leşkerîyên Amerîkayê li bakur û rojhilata Sûriyê veguhestine.
Ev yekem karwanê leşkerî yê Amerîkayê ye ku piştî Hilbijartina Serokomartiya vî welatî ji aliyê CENTCOM'ê va derbasî Kurdistana Sûriyê dibe.