Mijdar 09, 2020 17:27 Asia/Tehran
  • Beşar Esed:

Serokkomarên Sûriyê û Rûsiyê Li peywendiyekê ku bi riya vîdyo konferasnê cih hat li bara mijarên curbicur ji wan mijara awareyên sûrî bi hev re şêwirîn.

Beşar Esed serokkomarê Sûriyê li peywendiya bi riya vîdyo konferasnê tev Viladîmîr Pûtîn serokkomarê Rûsiyê ragihand: "Beşa zêde ya awareyan hez dikin vegerin Sûriyê û berbenda herî mezin li vê riyê terorîzm, boykot û dorpêç e."

 Wî got: "Lidarxistina konferansa awareyan pêwîst e ku vê meselê çareser bike, ewlewiyeta dewletê vegeryana  awareyan bo Sûriyê ye."

 Beşar Esed got  dewleta Sûriyê ser encama praktîkî ya civîna awareyan teqez dike. komeke zêde ji awareyan pir hez dikin vegerin Sûriyê. Civîna  awareyan destpêkek bo çareserkirina vê pirsgirêkê be. Dorpêçkirina zalimane û neqanûnî divê bi dawî bibe ku dewleta Sûriyê bikarbe rewşê bo vegeryana welatiyên sûrî xweş bike.

Ji aliyê din ve Pûtîn jî got: "Rûsiye hewldana xwe bona normalkirina rewşê li Sûriyuê dê bidomîne." Wî bernama Astanê li bara Sûriyê kêrhatî nirxand û teqez kir ku vê civînê destkewtên zav hebûne.

 Serokkomarê Rûsiyê got: "Awareyên ciwan ji ber ku dikevin ber bandora terorîstan gefek bo welatên mazûvan tên hesabê. Rûsiye piştgiriyê dide lidarxistina civîna navdewletî li bara awareyên sûrî û Rûsiye dê taximeke mezin li vê civînê pêk bîne. Asta karesata însanî li Sûriyê tim zêde ye."

 Pûtîn teqez kir: "Heta niha derdora 850 hezar aware  vegeryane Sûriyê û kiryara bo  vegeryana xwebexşane ya hejmarek ji awareyan didome."

 Zêdetirî 6 û nîv milyon awaereyên sûrî dervey Sûriyê ne. Wî di dewamê de got: "Rûsiye tim hewl dide qeyrana Sûriyê çareser bibe."

 

Serepeyv