Mijdar 08, 2020 19:42 Asia/Tehran
  • Rêveberiya Xweser qedexeya derketina derve ya beşî 15 rojên din dirêj kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryara /185/ ragihand ku qedexeya derketina derve ya beşî 15 rojên din dirêj kir.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryara /185/ ragihand ku qedexeya derketina derve ya beşî 15 rojên din dirêj kir.

Biryar wiha ye:

"-Qedexeya derketina derve ya beşê li tevahî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 15 rojên din tê ferzkirin. Qedexe ji sibeha roja duşmê 9-11-2020 heta 23-11-2020'an e.

-Di dirêjahiyê dema qedexeyê de, ji bilî dikanên bazirganiyê, madeyên xwarin û zebzeyan ku heta saet 15:00'an vekirî dimînin, tevahî sûkên mezin (Bazar, sûka Înê û Yekşemê hwd.) tên girtin. Xwaringeh jî tenê ji bo pêkanîna daxwazên derve vekirî dimînin.

-Ji bilî (Minêja Înê û Yekşema pîroz) bi şertê girtina tedbîrên xweparastinê, tevhî cihên îbadetê tên girtin.

-Hemû kombûnên mezin (Dawletên li salonan, konê sersaxiyî, civîn û kongrê) di bin cezayê berpirsyartiyê de qedexe ne."

 

 

Serepeyv