Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 237 kesên din bi koronayê ketin
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyên koronayê pir zêde dibe, Desteya Tenduristiyê ragihand ku 237 kesên din bi koronayê ketine.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 237 kesên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koronayê ketine.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa piştrast kir ku 237 kesên ku bi koronayê ketine ji wan 124 mêr in û 113 jin in û li van herêman in:
Hesekê: 29
Til Temir: 1
Qamişlo: 38
Dêrik: 36
Tirbêspiyê: 1
Amûde: 5
Kobanê: 21
Reqa: 42
Tebqa: 33
Dêrazor: 11
Minbic: 19
Şehba: 1
Mistefa da zanîn ku ji nav nexweşiyên koronayê 27 kes baş bûne û 3 kes jî jiyana xwe ji dest daye.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 hezar û 484 kes bi koronayê ketine, ji wan 130 kes jiyana xwe ji dest dane û 798 kes jî baş bûne.