Balafireke bêpîlot nuqteyeke çeteyên Tehrîr El-Şem li Idlibê bombebaran kir
Mijdar 07, 2020 19:55 Asia/Tehran
Balafireke nenaskirî ya bêpîlot nuqteyeke girêdayî çeteyên Tehrîr El-Şem li başûrê bajarê Idlibê bombebaran kir.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafireke bêpîlot nuqteyek leşkerî ya girêdayî Heyet Tehrîr El-Şem li herêmê Sercê ya girêdayî herêma çiyayê Zawiyê başûrê Idlibê bombebaran kir.
Li gorî SOHR'ê di encama bombebaranê de, ji nava çeteyên ku hatine kuştin de, çeteyên biyanî jî hebûn.