'Jeffrey bi daxuyaniyên xwe êrişên dewleta Tirkiyê a dagirker rewa dike'
Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran a herêmê Cizîrê Enahîta Sîno diyar kir ku daxuyaniyên Amerîkayê yên dawî ku ji aliyê James Jeffrey ve hatine dayîn, rewakirina êrişên dewleta Tirkiyê li dijî herêmê ye.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran a herêmê Cizîrê Enahîta Sîno da zanîn ku "dewleta Tirkiyê dijminê gelê Kurd e û vê yekê eşkere dibêje."
Enahîta Sîno daxuyaniyên nunerê Amerîkayê ji bo Sûriyê James Jeffery ku îdîa kir PKK`ê li Sûriyê heye derewand û got: "Ev daxuyanî ne mentîqî ne."
Hawar Newsê nivîsîiye: Enahîtayê destnîşan kir: "Dewleta Tirkiyê axa Sûriyê dagir kir, êrişî gelê wê kir û bi hezaran sivîl ji malên wan koçber kirin. Tu dewlet pêşberî van binpêkirinan nesekinî."
Enahîta da zanîn ku daxuyaniyên Amerîkayê yên vê dawiyê ku ji aliyê James Jeffrey ve hatiye gotin, encama berjewendiyên wê bi Tirkiyê re ne û bi van daxuyaniyan hewl dide ku êrişên dewleta Tirkiyê li dijî herêmê û dagirkeriya wê, rewa bike.