Mijdar 06, 2020 14:00 Asia/Tehran
  • Li Bakurê Idlibê baregehên artêşa Tirkiyê hatin bombebarankirin

Balafirên şer ên hikûmeta Sûriyê baregehên dewleta Tirkiyê yên li Bakurê Idlibê û derdora wê bombe kirin. Di encama bombebaranê de gelek kes kuştî û birîndarên bûn.

Li gorî nûçeya ku di malpera El-Şerq El-Ewset de hatî weşandin hatiye gotin; Piştî du rojan ku artêşa Tirkiyê du baregehên nû li bajarê Hemayê çêkiribû, di bersiva wê de artêşa Sûriyê cihekî wan yê li Idlibê bombebaran kir.

Duh Saziya Mafên Mirovan ya Sûriyê eşkere kir ku balafirên hikûmeta Sûriyê baregeheke çavdêriyê ya Tirkiyê û derdora wê bombebaran kir.

Piştî bombebaranê artêşa dewleta Tirkiyê neçar ma ku paşde vekşin. Ji bo wê cihên xwe yên li herêmên ‘Mewrik’ û ‘Şîr Mixar’ yê li ‘çiyayê Şehşûb’ berdan û bi zêdekirina hejmarê leşkeran baregeheke xwe li ser girekî nêzî gundê ‘Qoqfîn’ a li Bakurê Idlibê avakir.

Di heman demê de duh danê sibehê heman çavkaniyê bi daxwiyaniyekê diyar kir: Hikûmeta Sûriyê bi awayekî bê navber parêzgeha Idlibê bombebaran dike. Di encama wan bombebaranan de 7 kes hatin kuştin. Di heman demê de 20 kes jî birîndar bûne.”

Serepeyv