Jeffrey: PKKê rêxistineke terorîstî ye bila ji Sûriyê derkebe
Şandeyê Amerîkayê ji bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey rêxistina PKK wekî komeke terorîstî bi nav kir û xwest ku ew bitûm ji nav Sûriyê derkeve.
Li gor Kurdpressê, James Jeffrey nûnerê serokomarê Amerîkayê Donald Trump li karûbarên Sûriyê bal kişande ser hizûra PKKê di nav Sûriyê û got: Em PKKê wek komeke terorîst dizanin loma divê ew bitûm ji Sûriyê derkeve , çûnku mayîna wê li Sûriyê arîşeya herî girîng ji bo krîza Sûriyê ye.
Ajansa PeyamaKurd nivîsiye ku Jeffreydi dewamê de diyar kir ku Em dixwazin kadroyên PKKê ji nav Sûriyê derketin, çûnku rageşiya herî girîng li bakura rojhilata Sûriyê tev Tirkiyê jî heman ev mesela ye. Em dixwazin ev rageşiya kêm bibe , çûnku ji bilî bakura rojhilata Sûriyê li deverên din ên Sûriyê me bi Tirkiyê re hevahengiyeke baş heye. Lê belê Tirkiyê dernarê nijyara Hêzên Sûriya Demokratîk û hebûna PKKê hin fukarên xwe hene , vêca kêmkirina vê rageşî û dijberiyê kêmkirina hêzên PKK li navçê û aqubet ji navbirina wê ye. Her ji ber vê yekê em ji muzakireya navbera kurdên Sûriyê piştgiriyê dikin.