Mijdar 03, 2020 23:10 Asia/Tehran
  • MSD'ê êrişa nemerdane ya li Viyanayê şermezar kir

MSD'ê êrişa terorîst a li Viyanaya paytexta Awisturyayê pêk hat, şermezar kir û bang li civaka navnetewî, Konseya Ewlekariyê û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê kir ku pergaleke navneteweyî dabîn bike ku desteka terorê tune bike û dewletên ku hebûna wan hêsan dike muhasebe bike.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî êrişa terorîst a ku duh li paytexta Awisturya Viyanayê pêk hat û di encamê de 4 kes hatin qetilkirin û gelek kes birîndar bûn daxuyaniyeke nivisîkî weşand.

MSD'ê êriş şermezar kir û piştgiriya xwe bi gelê Viyanayê re nîşan da û wiha got: "Em Meclisa Sûriya Demokratîk vê kiryara terorîst a nemerd şermezar dikin û piştgiriya xwe bi gelê Awisturyayê re nîşan didin. Em dibînin ku êdî pêwîst e civaka navneteweyî bergeriyên pêwîst ji bo parastina ewlehîya cîhanê ji êrişên terorîst û hêzên tundraw û tundîxwaz bigirin."

MSD'ê banga dîtina pergaleke navnetewî kir ku biryarên navneteweî yên têkildarî têkoşîna li dijî terorê û desteka wê bişopînin û dewletên ku hebûna terorîstan hêsan dikin muhasebe bikin.

Di daxuyaniya xwe de MSD’ê her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku koordîne û tevgeriyê zêde bikin da ku fikirê tundraw û alîgirên wê, çi rêxistina cîhanê El-Qaîde û şaxên wê be an jî rêxistina DAIŞ’a terorîst be bi dawî bibe û wiha domand: "Em bang li Koalîsona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê dikin ku xebatên xwe yên rakirina koka terorê û fikirê wê û şaneyên wê yên razayî berdewam bikin, her wiha dadgehên taybet ên terorê ava bikin û endamên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê darizînin.

Her wiha em bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê dikin ku bi pey endam û mîrên çeteyên DAIŞ'ê yên li herêmên Tirkiyê dagir kirine, Efrîn, Serêkaniyê bikevin ku di demên dawî de al û sembolên DAIŞ'ê lê hatin dîtin. Ji ber ku êdî ev herêm bûne sitargeha ewle û navenda derketina terorê û belavbûna wê li cîhanê."

MSD'ê di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên qurbaniyan û komara Awisturyayê bi hikumet û gelê wê re xwest û ji birîndaran re şîfaya lezgîn xwest.

 

Serepeyv