Mijdar 03, 2020 20:40 Asia/Tehran
  • Bor Seîd kevntirîn pirtûkxane li Reqayê ye

Bor Seîd pirtûkxaneya herî kevin li bajarê Reqayê ye ku di sala 1957`an de hate vekirin û bibû meqseda hezkiriyên pirtûkan. Lê ji ber şerê li Sûriyê rû daye, serdana pirtûkxaneyê kêm bû.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Pirtûkxaneya Bor Seîd pirtûkxaneya herî kevin li bajarê Reqayê ye ku sala 1957`an hatiye avakirin. Ji ber binpêkirinên çeteyên DAIŞ`ê gelek pirtûkên wê hatin şewitandin û bûn xwelî.

Pirtûkxane nêzî muzexaneya Reqayê ye. Bû şahidê dîroka tevgera çandî û siyasî ya li bajêr ya ji dawiya salên 50`î ve heta roja me ya îro.

Gelek rewşenbîrên Sûriyê, mêvan ji derveyê Sûriyê, xwendekar û hezkiriyên pirtûkan serdana pirtûxaneyê dikin ku ji wan re bibû meqsed. Ji ber ku bi gelek cureyên pirtûkan û romanên cîhanî zengîn e.

 

 

Serepeyv