Mijdar 01, 2020 10:59 Asia/Tehran
  • Rojnameya Şerq El-Ewsat:

Rojnameya erebî ya Şerq El-Ewsat nivîsî: "Rûsiye peyamên tund dide Tirkiyê".

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Der barê geşedanên li Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsî: “Bi dehan endamên komeke Sûriyê ku Enqere piştgiriya wê dike û wek “wekîlê” Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan e li Idlibê, hatin kuştin, di encama topbarana Rûsyayê de ku ji sala 2015`an heta niha topbarana herî giran bû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) got balafirên Rûsyayê êriş birin ser baregeha koma “Feyleq El-Şam” li herêma Cebe Dilêla bakurê rojavayê Idlibê, di encamê de bi kêmanî 78 şerxwaz hatin kuştin, nêzî 90 din jî birîndar bûn. Her wiha got ev hejmara kuştiyan ya herî mezin e ku bi destê Rûsyayê hatine kuştin, ji çaxê ku Rûsya destwerdana Sûriyê kiriye ji sala 2015`an ve.

Lêkolînerê ‘Navenda Lêkolînên Şer’ Nick Hraras got: “Rûsya nameyekê dide Tirkiyê ku dê encamên bikaranîna şervanên opozîsyona Sûriyê li herêmên ku Rûsya û Tirkiye lê ne, dê giran be, ew behsa Lîbya û Qerebaxê dike.”

 

 

Serepeyv