Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyên korona nêzî 5 hezarî dibe
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di 24 seatên dawî de 254 kesên din bi koronayê ketine û 6 kes jiyana xwe ji dest dane.
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 254 kesên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koronayê ketine.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa piştrast kir ku ji nav pêketiyên koronayê 142 mêr in û 112 jin in û li van herêman in:
Hesekê: 27
Qamişlo: 12
Dêrik: 28
Rimêlan: 1
Girkê legê: 6
Tirbêspiyê: 2
Amûdê: 3
Dirbêsiyê: 1
Kobanê: 56
Reqa: 42
Tebqa: 37
Minbic: 32
Dêrazor: 6
Şehba:1
Mistefa anî ziman ku ji nav nexweşiyên koronayê 3 kesên din baş bûne û 6 kes jî mirine.
Bi van daneyan hejmara giştî pêketiyên koronayê gihaşt 4 hezar û 604 kesan ji nav wan 125 kes jiyana xwe ji dest dane û 707 kesên din baş bûne.