Cotmeh 30, 2020 10:35 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 186 kesên din bi koronayê ketine

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di 24 seatên derbasbûyî de 186 kesên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku ji nav pêketiyan 87 mêr in û 99 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 36

Qamişlo: 41

Dêrik: 72

Girkê legê: 10

Amûdê: 9

Rimêlan: 6

Dirbêsiyê: 6

Çilaxa: 6

Tirbespiyê: 1

Kampa Holê: 1

Şehba: 3

Her wiha Ciwan Mistefa destnîşan kir ku ji nav nexweşiyên koronayê 11 kes baş bûne.

Bi van daneyan hejmara giştî ya pêketiyên koronayê gihaşt 4 hezar û 350 kesî, ji wan 119 kesan jiyana xwe ji dest daye û 704 kes baş bûne


 

 

 

Serepeyv