Teqîneke mezin bajarê Efrînê hejand
Beriya bi demekê teqîneke mezin li bajarê Efrînê kurdnişîn ê bakurê rojavayê Sûriyê rû da û ligor zanyariyan bajar ji ber teqîna mezin hejiya. Ligor zanyariyan 2 welatiyên sivîl mirine û 3 kes jî mirine.
Ligor zanyariyên destpêkê teqîn li navenda bajêr çêbûye û gelek kes bûne qûrbanî. Çavkaniyekê ji Efrînê aşkere kiriye teqîn li ser rêya Cindirêsê çêbûye û mumkînê ew teqîn bi rêya motorsîkletekê pêk hatiye.
Herwiha ligor zanyariyan heta niha di encama teqînê de 2 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.
Çavkaniyên navçê dibêjin komên terorîst ên ku Tirkiye ji wan piştgiriyê dike bi hevahengiya Tirkiyê van kiryarên terorîstî dikin da ku xelkê kurd neçar kin ji bajar û gundên xwe koç bikin û dewa wan tirk û ereban bi cih bikin.