Cotmeh 26, 2020 04:44 Asia/Tehran
  • Pedersen li Şamê bi wezîrê karên derve yê Sûriyê re civiya

Nûnerê navneteweyî yê ji bo Sûriyê Geir Pedersen îro li Şamê bi wezîrê karên derve yê Sûriyê Welîd El-Muellîm re civiya.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Ajansa SANA rahihand ku her du aliyan nîqaşa xebatên komîteya destûrê kiriye. Her wiha  her du aliyan girîngiya serkeftina karê komîteyê piştrast kir.

Di heman demê de, her du aliyan destnîşan kir ku divê her du alî pabendiyê bi tedbîrên li ser lihevkirine bikin, nexasim ku nabe aliyên derve destwerdana karê komîteyê bikin û nexşeyên ku ji derve ve têne ferzkirin, neyên danîn.

Pêr bi şev Pedersen gihaştibû Şamê û hewldana diyarkirina dema gera çaremîn a civîna komîteya destûrî dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku gera sêyemîn a komîteya destûrê 24`ê Tebaxa derbasbûyî pêk hat. Ger di 29`ê heman mehê de bi dawî bû û heta niha dema gera bê nehatiye diyarkirin.

Serepeyv