Artêşa Tirkiyê gundên Minbicê topbaran kirin
Cotmeh 25, 2020 23:11 Asia/Tehran
Artêşa Tirkiyê û çeteyên gundên bakur-rojhilat û rojavayê bajarê Minbicê bi çekên giran topbaran kirin.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, gundên Toxar, Cat û Dendeniyê yên bakur-rojhilat û rojavayê bajarê Minbicê vê êvarê bi çekên giran ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve hatin topbarankirin. Ji ber topbaranê ziyanê canî çênebûn.
Artêşa Tirkiyê bi domdarî gundên Minbicê topbaran kirin.