Cotmeh 25, 2020 23:06 Asia/Tehran
  • Mîhrîcana Folklorî ya Jinan bi dawî bû

Çalakiyên mîhrîcana folklorî ya yekemîn a jinên Firatê ya bi diruşma "Bi rengên folklora me, çanda pêkhateyên me dewlemend dibe" bi dawî bûn.

Vê sibehê mîhrîcan bi beşdariya bi sedan jinên ji herêmên Tebqa, Reqa, Dêrazorê û Minbicê dest pê kir. Di mîhrîcanê de çalakiyên hunerî, şano û cilên jinên Firatê hatin pêşkêşkirin.

Di mîhrîcanê de 2 kon hatin vegirtin, tê de jinên Dêrazor û Minbicê berhemên folklorî, kardestiyên ji mîrasa jinên ereb mîna cilan hatin pêşkêşkirin. Li gel wê jî tabloyên hunerî yên jinan ku tê de azar û êşan jinan di salên borî de, li kampan û bandora dorpêçê hatin nîşandan.

Jinan di bin konê de qehwe û nan amade kir.

Piştre cilên folklorî ya ereb ku nîşaneya jinên herêmê ye, hatin pêşkêşkirin.

Di mîhrîcanê de koma Minbicê ya ji pêkhateya Turkmen mûzîkên turkmenî pêşkêş kirin.

Li aliyekî din jî Koma Nesaim Firat a ji Dêrazorê stranên pêşkêş kirin, piştre şanoyek li ser rewşa jinên Reqayê bi sernavê Azadiya Jinan hatin pêşandan. Ev şano li ser rewşa jin û azarên di demên serweriya çeteyên DAIŞ’ê li herêmê û piştre azadiya li herêmê pêk hatiye de bû.

Koma Duret Firat a ji Dêrazorê stran û dîlanên ji folklorî yên erebî û kurdî pêşkêş kir.

Li dawiyê hunermend Yasmîn Esker berhemeke hunerî  pêşkêş kir û beşdaran li ber dîlan gerandin.

Serepeyv