Li navçeyên hikûmet Sûriye û opozisyonê 147 kes bi Koronayê ketin
Wezareta Tendirustiya Sûriyê ragihand ku, 40 kesên din bi Koronayê ketin û 3 kesan jî canê xwe ji dest dan, herwiha 30 pêketiyên berê jî, ji wê vîrosê baş bûn. Li navçeyên di bin desthilata Opozisyona Sûriyê û terorîstan a girêdayî Tirkiyê de jî 107 kesên din bi Koronayê ketin.
Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê da zanîn ku bi amarên nû re, hêjmara kesên bi Koronayê ketine li deverên bin desthilata hikûmetê, gihîştiye 5 hezar û 359 kesan û yên qurbaniyan jî derketiye 267 kesan, herwiha hêjmara kesên ji wê vîrusê jî başbûn gihîştiye hezar û 722 kesan.
Li gor amarên Rêveberiya Tendirustiyê li Idlîbê jî, li navçeyên di bin desthilata Opozisyona Sûriyê û terorîstan a girêdayî Tirkiyê de, 107 kesên din bi Koronayê ketin 55 jê li Idlîbê ne û 52 jî li Helebê ne, herwiha 84 kes jî ji wê vîrusê baş bûn.
Li gor Rêveberiya Tendirustiyê, heta niha li navçeyên di bin desthilata opozisyona Sûriyê û terorîstan a girêdayî Tirkiyê de, 4 hezar û 82 kes bi Koronayê ketine û ji wê hêjmarê 21 kesan canê xwe jidest dane û hezar û 630 kes jî ji wê vîrusê başbûne.