Cotmeh 22, 2020 08:09 Asia/Tehran
  • Şandeya Swêdê seredana xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî anî

Duh şandeya Siwêdê ya ku 5 rojan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê maye, vegeriya welatê xwe.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Piştî ger û rêzehevpeyvînên bi dema 5 rojan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevdîtina bi fermandarên siyasî û leşkerî, bi berpirsên Rêveberiya Xweser û nûnerên PYNK’ê, meclis, saziyên sivîl û kampên koçberan re, şeva çûyî şandeya Swêdê ji herêmê derket û gihaşt Herêma Kurdistanê, da ku vegera welatê xwe.

Şemiya borî, şandeya Wezareta Karên Derve ya Swêdê bi rêya dergeha Sêmalkayê re gihaşt Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Şande ji serokê şandeyê û nûnerê taybet ê dosyaya Sûriyê li Wezareta Karên Derve ya Swêdê Bear Ornius, berpirsên dosyaya mirovî û alîkariyan a Wezareta Karên Derve ya Siwêdê Thomas Marcus û şêwirmenda Peymangeha Ewropî ya Aştiyê Evîn Çetîn pêk dihat.

 

 

Serepeyv