Cotmeh 18, 2020 20:49 Asia/Tehran
  • Şandeya siwêdî serdana koçberên Serêkaniyê kir

Şandeya siwêdî der barê xebata kêm a rêxistinan li kampa Waşokanî ya koçberên Serêkaniyê mat ma û soza vegera şêniyên li malên wan da.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Duh şandeyeke Siwêdê bi rêya dergeha Sêmalkayê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Şande ji nûnerê Wezareta Karê Derve ya Siwêdê taybet bi dosyaya Sûriyê ye Bîr Ornius, berpirsê dosyaya mirovî û alîkariyan ê Wezareta Karê Derve ya Siwêdê Thomas Marcus û Şêwirmenda Enstîtuya Aştiyê ya Ewropa Evîn Jetin pêk dihat.

Şandeyê di berdewamiya gera xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, serdana kampa Waşokanî ya koçberên Serêkaniyê ku 12 km li rojavayê Hesekê ye, kir.

Şandeyê bi rêveberiya kampa Waşokanî re civiya û behsa rewşa koçberan kirin. Di vê der barê de şandeyê gelek pirs ji rêveberiyê kir; ji wan koçber li kampê çi kar û xebatî dikin? Bi kîjan zimanî perwerdê dibînin? Pêkahteyên li kampê dimînin kî ne? Pirsa dawîn jî piştî bajar hate dagirkirin koçber vegeriyan bajarê xwe?

Serokê şandeyê û nûnerê li Wezareta Karê Derve ya Siwêdê taybet bi dosyaya Sûriyê ye Per Ornius got ku ew amade ne pereyan bidin rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY), da ku alîkariya koçberan bikin. Per Ornius anî ziman ku ew mat dimînin çima ev rêxistin bi karê xwe ranabin û heta niha alîkariya koçberên li kampa Waşokanî bi awayekî tê xwestin nekirine.

Hevserokê Meclisa Kampa Waşokanî Eladîn Cemîl jî axivî û bersivên pirsên şandeyê da û got: "Ji ber derfetên kêm rewşa koçberan zor e, têkildarî zimanê pê perwerde tê dayîn her pêkhateyek li gorî zimanê dayika xwe dixwîne û pêkateyên li kampê dimînin Kurd û Ereb in."

Eladîn Cemîl ev yek li gotina xwe zêde kir: "Destpêkê hinan xwest rewşa mala xwe nas bikin û çûn bajêr, lê piştî artêşa Tirkiyê dest danî ser malên wan, sivîl revandin û hin ji wan qetil kirin, tu kes nikare vegere mala xwe."

Paşê şandeyê serdana dibistana li kampê û hin konan kir, rewşa wan nas kir û li xwestekên koçberan guhdarî kir.

Şandeyê soz da ku ew ê ji bo garantiya vegera koçberan kar û xebatê bike û li karê rêxistinên li hundirê kampê binêre, ji ber gelek pere ji rêxistinan re tê, lê karê ku ew dikin têrê nake.

Tê payîn ku di saetên pêş de şande serdana kampa Serêkaniyê jî bike.

 

 

Serepeyv