Cotmeh 18, 2020 17:34 Asia/Tehran
  • Li Ezaza Sûriyê otomobîla dadwerekî hat teqandin

Li bajarokê Ezazê ser bi parêzgeha Helebê, bombeyeke ku di otomobîla dadwerekî de hatibû bicîhkirin hat teqandin û di encam de dadwer bi giranî birîndar bû.

Li bajarokê Ezazê ku dikeve bakurê rojavayê Helebê otomobîla dadwerekî hat teqandin. Di bûyerê de dadwer bi giranî birîndar bû. Li gor agahiyên hatine belavkirin, berê bombeyek di otomobîla dadwer de tê bicîh kirin û dema siwar dibe, diteqe.

Piştî teqînê agir derket û dadwerê birîndar ji aliyê tîmên berevaniya sivîl ve bo nexweşxanê hat veguhestin. Hat ragihandin ku rewşa dadwerê navê wî nehatiye zanîn giran e û di bin çavdêriya hûr a pizîşkî de ye.

Hat zanîn ku wî dadwerî li Dadgeha Leşkerî ya Ezazê kar dikir û lêkolîna polîsan a derbarê bûyerê de jî berdewam e.

Serepeyv