Li Serê Kaniyê mayîn bi 5 kesan de teqiya û canên xwe ji dest dan
Li herêma Serê Kaniyê ya bakurê rojhilatê Sûriyê, mayîneke ku Artêşa Tirkiyê çandibû bi 5 Kurdên Sûriyê de teqiya û di encamê de her 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor agahiyên berdest di herêma Serê Kaniyê, mayîneke vedayî bi 5 Kurdên Sûriyê de teqiya, ku dixwestin ji Serê Kaniyê derbasî Tirkiyê bibin, di encamê de, her 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Ew her 5 kesên ku jiyana xwe ji dest dane, 2 kes ji wan ji Dêrikê ne, 2 ji Qamişlo ne, û qaçaxçiyê ku bi wan re bû, di encama teqînê de jiyana xwe ji dest dane.
Îro cenazeyên wan 5 kesan derbasî herêma kurdî ya Sûriyê bûn û radestî xwediyên wan hatin kirin.
Ji aliyê din ve artêşa Tirkiyê careke din gundên Kaniya Bozaniyê li herêma Girê Sipî topbaran kirin û li gorî jêderên xwecihî, ziyan tenê madî ne.
Jêderên xwecihî ji gundên Girê Sipî ragihandin, ku artêşa Tirkiyê gundê Sarûj bi 4 mûşekan topbaran kir, û herweha gundên Xalidiyê û Hoşan, yên girêdayî Kaniya Bozaniyê bi 3 mûşekan topbaran kir.
Li gorî heman jêderan ziyanên topbaran gundên Kaniya Bozaniyê, tenê madî ne, lê metirsî heye ku topbaran ferehtir bibe.