Li Reqayê Mîhrîcana Stranên Folklorî dest pê kir
Cotmeh 12, 2020 21:50 Asia/Tehran
Li Reqayê, Mîhrîcana Stranên Folklorî bi beşdarbûna gelek komên stranan dest pê kir.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Mîhrîcana Stranên Folklorî ji aliyê Komîteya Çand û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê ve bi diruşmeya "Bajarê Reqayê hêviyek nûjen dibe ye" li qada mîhîrcana bazergeriyê hatiye lidarxistin.
Hejmareke mezin a şêniyan, hunermend, rewşenbîr û helbestvan beşdarî mîhrîcanê bûn.
Mîhrîcan bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Komîteya Çand û Şûnwaran a Reqayê Fîras Ehmed bi xêrhatina beşdaran kir.
Piştre koma hunera gelerî ya Reqayê ya stranan û koma Botan a Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê û koma şano ya zarokên Reqayê hunerên xwe pêşkêş kirin.
Mîhrîcan dê 5 rojan dewam bike.