Cotmeh 11, 2020 12:50 Asia/Tehran
  • Li bakur û rojhilatê Sûriyê herî dawî 37 kes bi Koronayê ketin û 2 kesan jî can dan

Li li bakur û rojhilatê Sûriyê 37 kesên din bi Koronayê ketin û 2 pêketiyan jî canê xwe ji dest dan.

Berpirsê tenduristiya li bakur û rojhilatê Sûriyê, Dr. Ciwan Mistafa ragihand, di nav 24 saetên borî de 37 kes li Rojavayê Kurdistanê bi Koronayê ketine.

Dr. Ciwan Mistefa her wiha ragihand, ji 37 pêketiyên nû 26 jê mêr û 11 jî jin in, ku 15 jê li Hesekê ne, 10 li Qamişlo, 3 li Dêrikê, 2 li Dirbêsiyê, 2 li Rimêlanê, 1 li Girkê Legê, 1 li Tirbesipiyê, 1 li Çil Axayê, 1 li Tabqayê û haletek jî li Şehbayê ye.

Li gorî amarên han, 12 pêketiyên Koronayê jî baş bûne û 2 pêketî jî canê xwe ji dest dane.

Bi vî awayî, hejmara pêketiyên Korona li li bakur û rojhilatê Sûriyê gihîşt 2 hezar û 351 kesan ku 79 kesan canê xwe ji dest dane û 571 pêketî jî baş bûne.

Serepeyv