Cotmeh 10, 2020 16:45 Asia/Tehran
  • Tevgera Qeydnenasan: Bila Israîl ji Golana dagirbûyî vekişe

Welatên endamê Tevgera Qeydnenasan daxwaza derketina Rêjîma Siyonîst ji erdên dagirkirî yên Golana Sûriyê kirin.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya Sputnikê, Welatên endamê Tevgera Qeydnenasan (Non-Aligned Movement - NAM) daxuyaniyek dan ku di beşeke wê da li ser pêwîstiya derketina Rêjîma Siyonîst ji Golana dagirbûyî ya Sûriyê pêgirî hatiye kirin.

Di beşeke vê daxuyaniyê ku piştî civîna înternetî ya roja Îniyê ya Tevgera Qeydnenasan (NAM) hat weşandin, hatiye ku endamên vê tevgerê gişt kiryarên hêzên dagirker ên Israîlê jibo guhertina rewşa qanûnî, fîzîkî û demografiya Golana dagirbûyî şermezar dikin.

Li gorî vê daxuyaniyê; Israîl divê biryarnameyên Konseya Ewlehiyê ya NY bişopîne û ji Golana dagirbûyî vekişe.

Rêjîma Siyonîst sala 1967an derdora hezar û 200 kîlomitrên çarkunc ji axa Sûriyê di bilindahiyên Golanê da dagir kir û piştî demekê ev navçe xiste ser erdên dagirkirî yên Filistînê.

Civaka navneteweyî tu wextî ev girêdan bi fermî nas nekiriye.

Konseya Ewlehiyê ya NY jî ev navçe wek Dagirkirî daye zanîn.

 

Serepeyv