Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber vîrusa koronayê 2 kes mirin û 80 kesên din pê ketin
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di dirêjahiya 24 saetên dawîn de, li herêmê 2 kes bi vîrusa koronayê mirine û 80 kesên din pê ketine.
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 nexweşên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest daye.
Hevserokê desteyê Ciwan Mistefa diyar kir ku her du kesên mirî, zilam in, yek ji Qamişloyê ye û yê din jî ji Amûdê ye.
Mistefa destnîşan kir ku 80 kesên din; 39 mêr û 41 jin, bi vîrusa koronayê ketine. Kesên nexweş li van herêman in:
Hesekê: 23
Qamişlo: 26
Dêrik: 17
Girkê Legê: 7
Amûdê: 2
Dirbêsiyê: 2
Rimlêlan: 1
Çilaxa: 1
Til Temir:1
Mistefa da zanîn ku 17 kesên nexweş baş bûne.
Bi van daneyan re hejmara kesên ku li herêmê bi vîrusa koronayê nexweş bûne, gihaşt hezar û 919 kesan, 71 nexweş mirine û 503 nexweş jî baş bûne.