Cotmeh 06, 2020 10:57 Asia/Tehran
  • Sûriye; Li Tebqayê Mîhrîcana Kevneşopî û Mîraseyan dest pê kir

Bi diruşma "Bi hev re mîras û kevneşopiya mezinên xwe vejînin", îro çalakiyên roja yekemîn a mîhrîcana Kevneşopî û Mîrasê ya mûzîk û stranê li bajarê Tebqayê dest pê kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Komîteya Çand û Hunerê mîhrîcan li pêş Navenda Çand û Hunerê bi beşdariya 5 komên stranên Ereb û Kurd li dar xist. Di mîhrîcanê de girseyek ji rewşebîrên herêmên Cizîr û Firatê, hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ayşe Receb, hevseroka Meclisa Qanûnsaz û Rêveberî ya Tebqayê û nûnerên ji hêzên leşkerî û ewlehî beşdar bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê Elî Elaya lidarxistina mîhrîcana yekemîn li herêmê pîroz kir û wiha got: "Di van rojan de ji sala borî, Dewleta Tirkiyê bi navê Kaniya Aştiyê dest bi sûc û êrişên xwe yên hovane yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Lê ew jî kaniya wêrankirin, koçberkirin û qetilkirinê bû ku di bin ala xewna vegerandina osmaniya nû li herêmê de pêk hat. Her wiha hê jî siyasetên tirkkirin û guhartina demografiya herêmê berdewam e."

Piştre zêdetirî 15 hunermed daketin ser dikê û straneke gelerî yên Kurd, Ereb û Suryanî pêşkêş kir. Di wê stranê de rastiya mûzayika çandî ya pêkhateyên herêmê tê sepandin. Di strana ku 20 deqe dom kiriye banga vejandina mîrasa mezin a vê herêmê tê kirin.

Dûvre tîma Beyt El-Esîl stran pêşkêş kir, tê de rengê mîrasa gelê Sûriyê hebû. Her wiha koma floklora Kurdî gelek stranên mîrasên efrînî pêşkêş kirin.

Li aliyekî din jî koma Turas Dêrazorê stranên cur bi cur ên bi zaravaya şêniyên Dêrazorê pêşkêş kirin, di gel wê jî beşdaran û endamên komên  stranan dîlan gerandin.

Çalakiyên roja yekemîn a mîhrîcanê stranên gelerî yên koma  "Duret Firat" bi dawî bû.

Dê mîhrîcan du rojên din jî bidome. Tê payîn ku xebatên mîhrîcanê bibin bajarê Mensûrayê li rojhilatê Tebqayê.

 

 

Serepeyv