Cotmeh 02, 2020 20:33 Asia/Tehran
  • Bakûrê Sûriyê; Qonxa 3'yemîn a pêşbirka

Qonaxa sêyemîn a pêşbirka zarokan a "Nivîskarê Pêşerojê" li Bakûrê Sûriyê dest pê kir. Komîteya amadekar a pêşbirkê diyar kir ku di demeke nêzîk de navê kesên serkeftî were eşkerekirin.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Ji bo teşwîqkirina zarokan li ser xwendin û nivîsndinê ku di pêşerojê de bibin nivîskar, Desteya Çand û Hunerê li bakûrê Sûriyê di meha Tebaxê de û yekem car li ser asta herêmê pêşbirkek bi navê  "Nivîskarê Pêşerojê" dabû destpêkirin.

Zarokên ji temenê 10 salî heta 17 salî beşdarî pêşbirkê bûn ku li gorî du çînan hatibû dabeşkirin. Zarokên ku beşdarî pêşbirkê bibin bi zimanê ku ew dixwazin (Erebî, Kurdî) berhemên xwe, ji kurteçîrok, nivîs û helbest pêşkêş kirin.

Qonaxa yekemîn û duyemîn a pêşbirkê li parka Xwendinê ya bajarê Qamişloyê bi dawî bû.

Îro qonaxa sêyemîn a pêşbirkê bi beşdarbûna 90 zarokan dest pê kir, her beşdarekî berhemên xwe li pêşiya komîteyê xwend.

Ji kesên ku beşdarî pêşbirkê bibûn 12 kes wê werin hilbijartin û navê kesên serkeftî dê di demeke nêzîk de were ragihandin.

 

 

Serepeyv