Cotmeh 02, 2020 18:37 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 41 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 41 kesên din di 24 saetên dawîn de bi vîrusa Koronayê ketin û 14 jî baş bûn.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyand ku 41 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa 41 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin jê 20 mêr û 21 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 9

Dêrikê: 10

Qamişlo: 6

Girkê Legê: 9

Dirbêsiyê: 2

Amûdê: 3

Çilaxa: 1

Til Temir: 1

Mistefa bi bîr xist ku ji 14 kesên ku bi vîrusê ketibûn, baş bûne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara giştî ya kesên bi vîrusa Koronayê ketin, hezar û 711 ye, jê 67 mirin û 451 baş bûn.

Serepeyv