Îlon 28, 2020 17:43 Asia/Tehran
  • Salih Muslim:

Salih Muslim destnîşan kir ku ev êrişên Dewleta Tirkiyê dê şerê navxweyî bi xwe re bîne ku di vî şerî de Kurd hedef in û wiha dewam kir: “Dewleta Tirkiyê nikare sekeftina Kobanê daqurtîne. Dibe ku Dewleta Tirkiyê dîsa xwînê birijîne, qirkirinê li ser gelê Kurd bide meşandin lê ev dê Dewleta Tirkiyê jî hilweşîne.”

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Endamê Konseya Rêveber a Hevserokatiya PYD`ê Salih Muslim der barê operasyona qirkirina siyasî ya li dijî parlamenterên HDP’ê, aktivîstan û saziyên jinan got:  “Dewleta Tirkiyê bi van şêwazên hovîtiyê re dixwaze gelê Kurd û demokrasiyê tune bike.”

Muslim diyar kir: “Mafyayên li Tirkiyê hemû kom bûnê û îro desthilatdariyê dikin. Hêza herî mezin a ku pêşengiyê ji demokrasiyê re dike, HDP`ê ye. Desthilatdar radibin û rûdinin êrişî HDP’ê dikin. Armanca wê jî tunekirina demokrastiyê ye. Di planên qirkirinê de tunekirina gelê Kurd jî heye. Gelek parlamenterên HDP’ê ji xwe bê dadgehkirin di zindanan de ne ku ev li dijî hiqûqê ye. Dewleta Tirkiyê di çarçoveya planên qirkirinê de şerê xwe li hember Kurdan nedaye sekinandin ku bi kuştin, destgîrkirin, girtin, îşkencekirin, şewitandina gundan re êrişên li ser Kurdistana Sûriyê, Herêma Kurdistana Iraqê berdewam dike. Li ku derê firsend dibînê, êriş dike.”

‘BERXWEDANA KOBANÊ NIKARIN DAQÛRTÎNIN’

Hawar Newsê nivîsî: 'Muslim destnîşan kir ku berxwedana Kobanê ji dagirkeran re bûye kul ku vê serkeftinê nikarin daqurtînin û wiha domand': “Ev dide xuyakirina ku serkeftina Kobanê çi qas bandor li wan kiriye. Berxwedana Kobanê şikandina çeteyên DAIŞ’ê pêk anî. Tiştê ku DAIŞ’ê nikarîbû bikira niha Dewleta Tirkiyê dixwaze temam bike. Ne tenê berxwedana Kobanê kesên ku piştgiriya vê berxwedanê kirine, dixwazin wan jî têk bibin. Kesên ku piştgiriya berxwedana Kobanê kirin, tiştê herî bi şeref kirin. Ev şewazê qirkirinê têkiliyên DAIŞ’ê û Tirkiyê dide berçav ku DAIŞ heya niha ji Tirkiyê derneketiye.  Di kampên perwerdeyê yên li Tirkiyê de DAIŞ tê perwerdekirin û Dewleta Tirkiyê jî bi rêya wan çeteyan derbasî her derê dibe.”

 

‘ÊRIŞ DÊ ŞERÊ NAVXWEYÎ BI XWE RE BÎNE’

Muslim di vê rewşa heyî de pêşdîtinên xwe der barê êrişên Dewleta Tirkiyê de  wiha şirove kir: “Ev êrişên Dewleta Tirkiyê wê şerê navxweyî bîne ku di vî şerî de Kurd hedef in. Dibe ku Dewleta Tirkiyê dîsa xwînê birijîne, qirkirinê li ser gelê Kurd bide meşandin lê ev dê Dewleta Tirkiyê jî hilweşîne. Niha di rewşeke gelekî teng de ye. Di asta navneteweyî û cîhanê de winda dike ku li Lîbya, rojhilatê Deryaya Spî winda kir. Îro gihîştiye astekê ku dibejê encax gelê Kurd tune bikim ku jiyana xwe berdewam bikim. Hikûmeta Tirkiyê gihiştiya astekê ku di rijandina xwînê de jiyana xwe dibîne.  Ev jî eşkere rêya hilweşandinê ye.  Ev pêvajoyeke xeternak e. Divê çavê gelê Kurd vekirî be ku deskeftî bên parastin. Ger planên Dewleta Tirkiyê bi ser bikevin wê bi xwe re tunebûna gelê Kurd û tunebûna demokrasiyê li Rojhilata Navîn bîne.”    
 

Serepeyv